المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DÊRIKÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST 

0 53

Di roja Pêncşemê 1.9.2022an de, Encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li ofîsa PDKSê lidarxistin.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Piştre endamên encûmena xwecihî rewşa rêxistinî û çawaniya beşdarbûna bi bandor di kongireya Encûmena Niştimanî de ku di dema herî pêşîn de tê lidarxistin, û çawaniya beşdarbûna di konferansê de bi riya nûnerên hilbijartî bi nêrînek hevbeş gotûbêj kirin.

Herwiha civatê li ser rewşa siyasî ya niha û rewşa aborî ya xirab li herêmê, û rewşa aloz a ewlehiyê ku gelek caran digihêje astê têkçûnê li piraniya erdnîgariya kurdî li Kurdistana Sûriyê, ku bandoreke nerênî li hebûna kurdan dike, ku diyardeya koçberiyê tekane rêya revê ye ji ber vê rewşa xerab gotûbêj kirin.

Paşê civîn li ser hevdîtina ku serokatiya ENKSê ya li gel nûnerê nû yê Amerîka bo Sûriyê hat gotûbêj kirin.

 

 

Ragihandina ENKSÊ

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.