المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokatiya ENKSê pêşwaziya şandeke Emerîkî kir

0 54

Encûmena Niştimaniya kurdî li Sûriya ENKSê ,roja çarşemê 31ê Tebaxa 2022an, li ofîsa encûmenê ya li bajarê Qamişlo pêşwazî li nûnerê nû yê Amerîkayê Nîcolas Giranger û şanda pê re kir..

Û herwiha şanda ENKSê bi amadebûna serokê ENKSê Siûd Elmela û endamên desteya serokatiya ENKSê Mihemd Ismaîl, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Fêsel Yûsif û Nimet Dawûd amade bûn.

Û di derbarê naveroka vê hevdîtinê de her du aliyan tekezî ser giringiya vê hevdîtinê kirin ,û herwiha ser rewşa kurdan li dever e bi giştî hat kirin.

Û herwiha ser êş û azarê gel di vê qonaxa hestiyar de û astengiyên ku têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de behiskirin…

Û herwiha ji rexekî din ve di vê hevdîtinê de balkişand li ser mijara têkçûna rewşa aborî û hewldana rawestandina pêla koçberiyê bi rêya piştrastkirina rola Amerîkayê û hebûna wê li herêmên kurdî..

Û Nûnerê nû yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê nîşan da û takes kir ser berdewamiya hevdîtinên bi vî rengî  û gihandina daxwazên wan ji bo alîkariya gel li kurdistana Sûriyê …..

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.