المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koma Orkêş: Dibistaneke hunera kurdî ..

0 54

Yekîtiya Xwendevan û ciwanan ji dema damezrandinê di sala 2013an ta niha di kar û xebata xwe de berdewam e ji bilî hemû astengiyên têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de yekîtî bi erk û rola xwe di li darxistina çalakiyên cur bi cur û herwiha beşdarbûna wê di ahing û fistîvalan de roleke bengihîn û berçev tê xuyakirin û ev yek bi amadebûna ” Koma Orkêş” ya filklorî…

 

Koma Orkêş yek ji komên huner û çand û filklora Kurdî ye ,di sala 2016an, ji aliyê Leqê Qamişlo ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî kurdistanî – Rojava ve hate avakirin bi sê beşên xwe yên sereke ” (Şano,Stran,Dîlan),ku di dibistaneke hunerî û kurdayetiye ser rêça Barzaniyê nemir û li ser Hovka şanoyan xebata xwe dike ,bi gotina stranên Netewî û pêşkêşkirina Dîlanên filklorî û herwiha bi serpirştiya ofîsa çalakiyan karê xwe bi rêva dibe..

Û di derbarî zaniyariyên li ser rola ” Koma Orkêş” û amadekarî û beşdarbûna wê di ahinga de M,(Darîn Hemo)” berpirsa ofîsa çalakiyan di leqê Qamişlo de ji rojnameya kurdistan re ragihand.

Em weku Yekîtiya xwendevan û ciwanan piştgirî û piştevaniya ciwanan dikin nexasim di warê hunerî de û derfetê didin keç û xortan yên xwedan behremendiyên taybet di hunerê de û palpiştiyê pêşkêşî wan dikin .

Yek ji wan kar û xizmetan avakirina Koma Orkêş e ku ji bilî zehmetiyên dikşîn e ew timî di amadepaşiyê deya û roleke xwe ya giring û sereke di dîroka Yekîtiya Xwendevanan de dilîze ,û herdem xwe amade dike ku di ahing û çalakiyan de beşdar be, wek çalakiyên Yekîtiyê û herwiha ahinga Newrozê …

Û (Darîn Hemo) berdewam kir ku Niha bi helkeftina nêzîkbûna roja damezrandina YXCDK Koma Orkêş bi sê beşên xwe ji bo li darxistina ahing û şahiyê xwe amade dike..:

Û di dawiyê de ( Hemo) anî ziman ku armanc ji avakirina komê de ku rêxistina ciwanan karekî balkêş pêşkêşî nifşê nû bike û wan fêrî hunera kurdî bike …

Û ji aliyê xwe ve rahênerê başê Dîlanê ” Mihemed El ello” ji rojnameya kurdistan re ragihandin: Ev sê salên serpirştiya Koma Orkêş dikim di warê Dîlanê de ,ku bi du beşên xwe a mazin û biçûkan pêk tê û hînî dîlanên filklora kurdî dibin .

Û ( Ello) berdewam kir gotina xwe di derbarî zehmetiyên dibînin taybetî ji aliyê koma mezinan û wiha anî ziman ku kêmbûna endaman vedgera sedema koçbarkirina keç û xortan ji kurdistana Sûriyê û ev yek bandorê ser komê dike …

Û herwiha di aliyê kar de ( Ello) anî ziman ku birovatên komê hertim berdewamin ji bo hazirkirina ji rojin bê re…

( Iman Hemê ) yek ji endamên herî kevin di komê de ji rojnameya kurdistan re wiha got: Bi viyaneke bihêz ji hunerê re tevlî nava refên komê bûm ji destpêka damezrandina wê ,û li gel hevalên xwe li ser Hovka şanoyan bi dilekî germ xweştirîn stranên netewî û evînî û dîlanên filklorî bi rengê jiyanê pêşkêşdikin bi mebesta geştkirin û xurtkirina moralên milet û guhdaran ….

 

Û hêjaya were gotin ku Yekîtiya Xwendevan û ciwanan rêxistineke niştîmanî û Demoqratî ye,piştgirî û piştevaniya ciwanan dike ji bo xwestek û dozên wan cîbicîbikin û parastina mafên wan di hemû waran de jî bike, û Yekîtî bi karekî kurdewarî radibe di xizmeta mafê Xwendevan û ciwanan de di warê siyasî û çandî û çivakî de ,û herwiha di warê belavkirina çand û hişmendî ji bo raman û hizra netewayî di nav ciwanan de geştir bike….

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.