المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA ROJHILATÎ QAMIŞLO CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 102

XWECIHIYA ROJHILATÎ QAMIŞLO CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

 

 

 

 

Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna cîgirê serokê ofîsa karûbarên encûmanên Xwecihiyan Birêz” Mehmûd Hac Elî civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di naveroka civînê de serokekî nû û du cîgir ji bo xwecihiyê hate hilbijartin Birêz “Mihemed Sedîq” weku serokê xwecihiya Rojhilatî Qamişlo hate hilbijartin û her yek ji Ebdulcebar û Leyla weku cîgirê xwecihiyê hatin hilbijartin.

 

Di rewşa siyasî de: Birêz “Mehmûd “behsa pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî û herwiha derbarî serdana desteya serokatiya ENK-S ê li gel serok Mesûd Barzanî kir.

 

Her wiha li ser şermezarkirina bi tundî li ser ragihandina rêveberiya PYDê ya kêm buhayekî ji bo kirîna berhema genim a vê demsalê, ku bi 31 sentan hatiye diyarkirin, hat gotûbêjkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.