المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WELATIYÊN KURDISTANA SÛRIYE GAZINAN DIKIN JI BIHABÛNA NIRXÊ PÊDIVIYAN BI TAYBETÎ PEZ ..

0 69

Wek tê zanîn pîştî kirîza Sûriye aramî nema ye , Û alozî li seranserî Sûriye rûda dane , bandorek pir mezin li ser jiyana xelekên Sûriye bi giştî kiriye.

Bi taybet piştî êrîşkirina Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve, li ser herêmên Kurdistana Sûriye,xelkên herêmê bi kezebreşî debara jiyana xwe dikin.

Ji ber ku nirxên dolar roj bi roj di bilind dibe , û ji aliyekî din jî yê ku dolar bûye sîwana kesên dizek û bê wijdan.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji gundewarê bajarê Dirbêsiyê bi navê “bavê Ahmed”  ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:

“Em tevde zanin ku Sûriye ji destpêka şoreşê di rewşeke xerab de derbas dibe, Û ev tişt bandorek pir li ser hemû jiyana xelekên herêmê kiriye ” .

Her wiha bavê Ahmed anî ziman û got ji ber ku ev alozî meydan ji kesên dizek û bê wijdan fireh kiriye,û kes berpirsiyar tune ye.

Her wiha bavê Ahmed anî ziman û got jî :” em zanin nirxê perê Sûriye li hemberî nirxên dolar roj bi roj dadikeve û bilind dibe , Lê ez ê ji we re mînakekê bêjim li ber çavên min çêbûye , Ez gelek caran li bazarên pez beşdar dibim bi taybet di vê dema dawî de piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser herêmên me , Min dît mirovekî Mihek anî bazara pez û bi nirxê (150000) hezarê Sûriye firot , Lê ew Miha wî heta dawiya bazarê zêdeyî( 250000) hezarî hat firotin!!” .

Her wiha bavê Ahmed anî ziman û got :” ev tê wateya ku nirxên dolar weke xwe dimîne,lê kesên dizek û bê wijdan wek xwe dikin” .

Di dawiya axaftina xwe de bavê Ahmed daxwaz kir ji aliyên yên ku bi rastî xwe dibînin berpirsiyar çareseriyekê ji vê aloziyê re bibînin .

Ragihandina ENKSê 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.