المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WELATIYEKÎ KURD LI EFRÎNÊ HATIYE GIRTIN

0 126

Di roja Duşema borî 10.7.2023an de,polîsên sivîl li bajarê Efrînê welatiyekî Kurd girtin, bêyî ku heya niha çarenivîsa wî agahdar be.

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku polîsên sivîl welatiyê bi navê Redwan Elî Hacî ji ber sedemên nediyar desteser kirin, bêyî ku çarenivîsa wî zanibin.

 

Girtiyê ku temenê wî şêst salî ye, ji gundê Bahdîna yê girêdayî navçeya Raco ya gundewarê Efrînê ye.

Sûc û binpêkirinên li ser herêma Efrînê ji dema êrişa artêşa Tirkiyê bi beşdariya komên ser bi wê ve ji bihara 2018an ve berdewam in.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.