المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANÊN ŞOREŞGER DU ZAROK JI REQA REVANDÎ.

0 110

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) du zarok revandin, li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Reqa, bi armanc ku wan di nav refên partiyê de werbigirin.

Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku Rêxistina Ciwanên Şoreşger di 13/6/2023an de zarokê temen biçûk, Talib Husam Derwîş 17 salî, li dorhêla Ewlekariya Dewletê li parêzgeha Reqayê, revand û ew bir li kampên zarokan ya leşkerkirinê, tevî ku malbata wî li wî geriyane jî, nikarin derbarê wî de agahî bi dest bixin.

Di raporeke din a Torê de, revandina Mihemed Menhel Mihemed Xelef 14 salî ji parêzgeha Reqayê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve di 13-7-2023`an de hatiye belgekirin û ew birin kampên leşkerkirina zarokan.

Toreyê tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk hîn binpêkirinên xwe yên li dijî sivîl û zarokan li deverên jêr kontrola xwe berdewam dikin, û zarokan digrin û diavêjin kampên tecnîdkirina zarokan.

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.