المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA DUHOKÊ YA TÇK-Sê  PÊŞWAZIYA ŞANDEKE RÊXISTINA DUHOKÊ YA PYK-Sê KIR.

0 148

Hevrêziya Duhokê ya Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê kir ku ji birêz Ekrem Reşîd endamê Komîteya Navendî berpirsê rêxistina Duhokê û hejmarek ji endamên komîteya Herêmî ya partiyê bûn.

Herwiha Şandeya mêvan ji aliyê endamên ofîsa Têkiliyên hevrêziya Tevgerê ya Duhokê birêz Hejar Nezîr, Amir Keşo û Xelîl Hesen ve hate pêşwazîkirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de,Her du alî pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriyê û navçeyê, rewşa kurdî û gelek mijarên hevbeş gotûbêj kirin.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekezî li ser giringiya parastina Encûmena Niştimanî ya Kurd wek navekî niştimanî ji bo gelê me û bihêzkirina rola wê di nav girseyan de û pêşxistina wê ji bo xizmeta doza rewa ya gelê Kurd kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.