المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SUWEYDA:BERDEWAMIYA TEVGERA GEL A AŞTIYANE LI DIJÎ RÊJÎMA SÛRÎ.

0 158

Suweyda… berdewamiya tevgera gel a aştiyane li dijî rejîma Sûriyê

Xelkê Suweydayê tekezî li ser berdewamiya tevgera aştiyane li dijî rêjîma Sûriyê kirin, û daxwaza azadkirina girtiyan, azadî û veguhestina siyasî ya desthilatê kirin.

Di roja Pêncşemê 15ê Reşemî 2024an, bi dehan welatiyên Suweydayê li meydana Kerama li navenda bajêr kom bûn, ji bo beşdariya di xwenîşandaneke nû de, ji bo piştrastkirina berdewamiya serhildana gel li dijî rêjîmê û hikûmeta wê û daxwaza azadkirina girtiyan, azadî, veguhestina aştiyane ya desthilatê, û cîbicîkirina biryara Netewên Yekbûyî 2254. Xwepêşanderan pankartên li dijî rêjîmê bilind kirin.

 

Duh, Çarşemê, bi dehan şêniyên bajarê Suweydayê li ber Sendîkaya Endezyaran li bajêr, çalakiyeke rûniştinê lidar xistin, ji bo ku dezgehên ewlekarî yên ser bi rejîmê û Partiya Beis ve dest ji sendîkayan berdin.

 

Bi pankartên ku tê de wiha nivîsîbûn:

 

 

“Rêgirtina destê dezgehên ewlehiyê gava yekem e ji bo azadkirina xebata sendîkayan.”

 

“Rizgarkirina civakê bi sendîkayên azad dest pê dike.”

 

“Rêgirtina destê dezgehên ewlehiyê gava yekem e ji bo azadkirina xebata sendîkayan.”

 

“Ji bo serhildêran tunekirin tune.”

 

“Divê sendîka piştgirê endamên xwe bin, nebin bar li ser wan.”

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.