المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PARÎS:ENKSê BI BALYOZA FIRANSAYÊ RE CIVIYA.

0 135

Parîs.. Encûmena Niştimanî ya Kurd bi balyoza Fransayê re civiya

 

 

Şandeke Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd di roja Duşemê 19ê Sibatê bi amadebûna Balyoza Fransa li Sûriyê Brîgêt Curmî li paytexta Fransa Parîsê ligel Wezareta Derve ya Fransa civiya.

 

Şande bi serokatiya M.Kamîran Haco serokê ofîsa Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û ji endamên nivîsgehê Mizgîn Yûsif û Rêzan Şêxmûs pêk dihat.

 

 

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê, di hevdîtinê de, li ser gelek mijar û nêrînên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

 

 

Di hevdîtinê de “hejmarek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û rêyên gihîştina çareseriyên siyasî yên berdewam li gorî kêşeyên navçeyî û navdewletî hatin gotûbêjkirin”.

 

 

Herwiha amadebûyan “rewşa navçeyên Kurdistanî bi taybet li gorî pêşhatên siyasî û ewlehî yên niha” gotûbêj kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.