المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BALAFIREKE BARHILGIR YA AMERÎKÎ LI BAREGEHA QESRIK LI KURDISTANA SÛRÎ DAKETIN.

0 113

Balafirên barhilgir ên Amerîkî li baregeha Qesrik li Kurdistana Sûriyê daketin

 

Di çarçoveya bihêzkirina baregehên xwe li Sûriyê, 2 firokeyên barhilgir ên leşkerî yên hêzên Amerîkî li baregeha Qesrik li gundewarê bakurê Hesekê, li Kurdistana Sûriyê, daketin.

 

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku duh Çarşemê (14.2.2024) du firokeyên barhilgir ên leşkerî yên hêzên Amerîkî yên bargehên leşkerî û lojîstîk li baregeha Qesrikê li gundewarê başûrê Hesekê daketin.

Ev yek di demekê de tê ku hêzên hevpeymaniya navdewletî berdewam in li ser bihêzkirina baregehên xwe li Sûriyê.

 

Êvariya roja Duşemê 13ê Sibatê, firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Xerab Elcîr li başûrê Rimeylanê, ku alavên serbazî û lojîstîk hilgirtibû, di nava firîna firokeyên “Hevpeymaniya Navdewletî” de li ser asmanê, herêmê.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.