المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Silêmaniyê: 10 kes canê xwe ji dest dan, û 13 kes jî birîndar bûn..

0 65

Roja Pêncşemê 17ê mijdara 2022an, li taxa Kazîwe 2 a Silêmaniyê teqînek çêbû ji ber teqînê tanka gazê ye welatiyekî û di encamê de maleke 3 qatî bi tememî herifî ..

Û herwiha li gorî Hawarçûna Silêmaniyê diyar kir ku hejmara qurbaniyên teqîna şeva bûrî 9 kes canê xwe ji dest dane, û 13 kes birîndar bûne, û ji duh êvarê heta niha tîmên hewarçûnê li cihê bûyerê ne lêgerînê dikin û hewldana wan bo derxistin û rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane darxin..

Û di derbarê vê bûyera şeva bûrî li Silêmaniyê hatî rûdan serokê Herêma Kurdistanê nameyek belavkir û têde got:
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser teqînê got, “Dilê min bi malbatên qurbaniyên teqîna îşev a Silêmaniyê re ye û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku lêkolîn li ser bûyera diltezîn a Silêmaniyê dikin, hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.