المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PARTIYA DÎMUQRATA KURD LI SÛRÎ SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR..

0 59

Di roja Sêşemê 15.11.2022 an de, şandeke Partiya Dîmuqrata Kurd li Sûrî bi serokatiya birêz Koman Husên endamê ofîsa siyasî,birêz Osman Menan endamê ofîsa siyasî û Bakdaş Resûl endamê Komîteya Navendî,serdana baregeha nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha Piştî ku şanda mêvan ji aliyê berpirs û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin, her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî gotûbêj kirin.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan di dema pêş de kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.