Di roja pênşemê 17.11.2022’an de, kesayetiya niştimanî Silêman Dawid Ebdullah û endamê komîteya herêmî ya PDKSê Dr.Yûsif Ebdullah, serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê kirin.
Piştî ku mêvan ji aliyê berpirs û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de,rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên piştî qedexekirin û astengkirina PYDê ji lidarxistina kongreya çarem a Encûmena Niştimanî ya Kurdî û tedbîrên ku dê piştre bên standin hatin gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah