المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞEVBIHÊRKEK HELBESTÎ LI SER PAKREWANA CÎNA AMÎNÎ LI BAJARÊ AMÛDÊ HAT LIDARXISTIN.

0 47

Bi boneya serhildan (Kurdistana Îranê), Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Şaxê Amûdê şevbihêrkek helbestî li ser pakrewana Cîna Amînî ku destpêka çirûska serhildana Kurdistana Îranê û tevahiya Îranê bû, lidarxistin.

Şevbihêrka helbestê li baregeha encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê di roja Înê 30/9/2022`an de,hate lidarxistin û amadebûn ji aliyê birêz Xelîl Alûcî ve, hatin bixêrhatin.

Her wiha bi beşdariya komek helbestvan û kesên eleqedar,û amadebûyan deqeyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û pakrewana Cîna Amînî rawestiyan.

Her wiha bi amadebûna endamên encumenê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hejmarek ji helbestvan û hunermendan,ev çalakî di çarçoveya piştgirî û piştevaniya ji bo Kurdistana Îranê û qurbanîdana wan di berdewamiya şoreşê de hate lidarxistin.

Her wiha di vê şevbihêrkê de, çendîn axaftin hatin kirin, ji wan:

1- Axaftina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê serokê Yekîtiya Nivîskaran Luqman Yûsif ve hat pêşkêş kirin.

 

2- Axaftina Yekitiya Jinên Kurdistanî ji aliyê M. Sûmeya Hac Yûnis ve hat pêşkêş kirin.

3- Axaftina berpirsê çalakiyên Yekîtiya Nivîskaran ji aliyê M. Ebdulsemed Mehmûd ve hat pêşkêş kirin.

-4 Axaftina Yekîtiya Jinên Kurdistanî, Zekiya Resûl ve Her wiha gelek helbest li ser pakrewana Cîna Amînî hatin pêşkêş kirin.

Her wiha Komek ji rêxistinên jinan ên li xwecihia Amûdê ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê ve hatin rêzgirtin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.