المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 46

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Şemiyê 1.10.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê.

Herwiha civatê rewşa ENKSê ji hemû aliyn ve û bitaybe hevdîtinên vê dawiyê ya komîta wê ya pêwendiyên derve gengeşe kir.

û civatê çalakiya xwepêşandanê,ya ji bo perwerdê û û girtina dibistanan û peymangehên taybet bi awayekî zelalmendî nirxandin.

Her wiha civatê pakrewan kirina Keça kurd ya Kurdistana Îranê Cîna Amînî li ser destên rêjîma Melayên Îranê ya faşist û xwînmij şermezar kirin û bûyerên bi wê ve girêdayî gengeşe kirin.

Û ji aliyekî din ve,civat rawestiya li ser berdewamiya girtina ciwanê kurd “Hemîd Merwan Îdê” ji alyê Çekdarên bi ser PYDê ve .

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her M.Umer Emo wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û birêz Idrîs şêx Xelef û birêz Mihemed Nasir wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.