المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SILÊMAN OSO LI SER XWEPÊŞANDANA ROJA ÇARŞEMÊ BI AWAYEKÎ ZELALMENDÎ NIRXAND.

0 57

SILÊMAN OSO LI SER XWEPÊŞANDANA ROJA ÇARŞEMÊ BI AWAYEKÎ ZELALMENDÎ NIRXAND.

Di vê derbarê de Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriye û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd Silêman Oso, di daxuyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya taybet li ser Fêyisbokê belav kir got:

“Xwepêşandana roja Çarşemê 28’ê Îlona 2022’an, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo, gelek rastiyan derxist holê ku divê bi berpirsyarî li ber çavan bên girtin

Her wiha Oso got

“Bangewaziya xwepêşandana rêxistinên civaka sivîl bandoreke erênî li guhdana niştecihên herêmê bi giştî kir û ev yek jî nîşan dide ku mijara perwerdeyê bandorê li civakê dike û erkê parastina mafê perwerdeyê ye. êdî tenê bi partiyan re namîne.

Her wiha Oso got:

“Beşdarbûna gelek beşan di xwepêşandanê de, di encama ziyanên mezin ên biryara qedexekirina xwendina fermî û ev yek jî bi beşdariya berfireh a xwendekar û malbatên wan ji hemû pêkhateyên herêmê û herwiha diyar bû bi beşdarbûna mamoste û berpirsiyarên peymangeh û dibistanan”.

Her wiha sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî got:

“Zext û gefên veşartî ya ku di şeva çalakiya xwepêşandanê de, li ser komîteya amadekar hatibû kirin, bi armanca betalkirina çalakiya xwepêşandanê lê encam neda, ji ber ku pêwîstiya bi pêş ve birinê bûye mijara raya giştî”.

Her wiha Oso got:

“Tundûtûjiya zêde ya ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hat kirin bû sedema nerazîbûna gel, û xwepêşander di helwêstên xwe de hevgirtîtir û tundtir bûn”.

Mamoste Silêman Oso axaftina xwe berdewam kir û got:

“Destdirêjî li jin û keçan (xwendekar/biçûk) dikin ku derewên angaştên (îdiayên) PYDê yên parastina zarok, jin û mafên wan eşkere dikin”.

Her wiha Oso eşkere kir û got:

“Destwerdana rêxistina Ciwanên Şoreşger di tepeserkirina xwepêşanderên aştiyane de, piştrast dike ku ev rêxistin di danûstandinên ewlehiyê de serdest e, û hêzên Asayîşê ne xwedî hêz in ku wan bişkînin”.

Her wiha Oso got:

“Nehiştina şopandina çalakiya xwepêşandanê ya rojnamegeran û desteserkirina kamerayên wan, armanc ew bû ku binpêkirin û êrîşên li dijî xwepêşanderan bi belge bên girtin.

Ji bîr kirin ku kamerayên çavdêriyê yên rêxistina navneteweyî hemû karên xwepêşanderan belge kirine û daxuyaniya Asayîşê tu wateyekê nade û wê bandorê li raya giştî nake ji ber ku bi dîmen û wêne û bi şahidiya bi sedan ji gelê me her tişt temaşe kiriye”.

Oso got:

” Armanckirina rojnamevanan û nehiştina wan ji ragihandina medyayê re, di nav de Îvan Hesîb, ku ji aliyê ciwanên şoreşger ve, hat lêdan, ji ber nefreteke kûr li hember her rojnamevanekî ku ne girêdayî sîstema PYDê ye, tevî ku xwediyê destûrnameya kar ji aliyê rêveberiya wan ve ye. , piştrastkirina nerastiya destûrnameya wan ku nikarin asta herî kêm parêzbendî û azadiyê bidest bixin Ji bo hilgiran bixebitin”.

Her wih Oso di dawiya axaftina xwe de got:

-“Di serdana me de ji bo hinek ji wan kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve rastî destdirêjî û lêdanê hatin, me morala bilind ya xwendekar û malbatên wan dît û israra wan li ser berdewamkirina çalakiyên xwe yên aştiyane heta hilweşandina biryarê û me heman moralê bilind yên mamosteyan jî dît.”

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.