المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA PARTIYA YEKÎTIYA SURYANÎ Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYÊ DE.

0 62

Di 30ê Tebaxa 2022an de, şandeke Partiya Yekîtiya Suryaniyanî serdana baregeha Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

Herwiha şande bi serokatjya Dr.Senehrîb Bersûm hevserokê partiyê û her yek ji mamostayan, Efram Ishaq endamê desteya cîbicîkar û Kabî Şemhûn endamê encûmena partiyê.

Herwiha Şande ji aliyê hevrêzê giştî yê tevgerê mamoste Fêsel Yûsif û her yek ji mamosteyan Kazim Xelîfê û Feyrûşa Ebdurehman endamên ofîsa Cîbicîkar û Endamê Hevrêziya Giştî Resûl Umer ve hatin pêşwazîkirin. .

Herwiha Her du aliyan geşedanên bilez û rûdanên li meydana Sûriyê nirxandin.

Tekez li ser giringiya diyaloga di navbera pêkhateyên herêmê de ji bo bidestxistina xalên hevbeş û yekrêziya nêrîna niştimanî kirin.

Herwiha li ser giringiya yekrêziya helwesta kurdî û pêwîstiya bidawîkirina danûstandinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de, ji bo ku piştre hemû pêkhateyên herêmê bi hev re kar bikin ji bo parastina aştiya sivîl û pêşxistina peywendiyên civakan, gotûbêj kirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser giringî û pêwîstiya van hevdîtinan kirin ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê re.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.