المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî dilgiraniya xwe da xwuyakirin derbarê rewşa gelê kurd li Kurdıstana Sûrî..

0 67

Îro pêncşemê 20/12/2018an de serok Barzanî dilgiraniya xwe da xwuyakirin derbarê bûyer û pêşhatên dawî yên li Sûrîyeyê diqewime û bi taybetî rewşa gelê Kurd li Kurdıstana Sûrî.

Di peyama xwe de Barzanî ragihand ku “Rûdan û pêşhatên vê dawiyê li Sûriye û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye” .

Berzanî herwiha got “Berê jî li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye û ew rewşa li Rojava dirust bûye, me têbînî û nîgeraniya xwe ragihandiye û nedibûya bigiha vê rewşa niha” .

Berzanî diyar kir “Hejmarek ji welatîyên Kurdê Sûriye li jiyana koçberiyê da dijîn û êrîşa terorîstên Da’îş û rewşa xeraba siyasî û gefên dinê li salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriye gelek êşandiye û hê jî şerê Da’îş jî temam nebûye” .

Herwiha Barzanî Hêvî kir ku “rûdanên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebê sedema wê yekê tundutîjî û şer geştir bibe û êdî hemwelatî û gelê Kurd li Sûriye ji êş û azarên zêdetir nebînin” .

Leave A Reply

Your email address will not be published.