المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serê sala nû û pêşwaziya wê li Qamişlo

0 85


Serê salê rojeke cîhaniye ew roja hêvî û omîdên gelane ko gelê cîhanê bi tevahî hêviya salekê nû ne di gel daxwaza aştî û aramiyê Lewra pêşwaziyeke mezin jêre tê Kirin di gel kêf û şahiyande .Miletê meyî li Kurdistan rhojava vê şahiyê bi cî tînin û xweşiyê li Dar dixînin hindurên xwe tevlî Cadan û kolanan di xemilîn xatir ji sala Kevin dixwain ji êş û jar û xemgîniyên ji bûrî û ji kelandina hinavên ko liser bobelat ù êşkencên bûrî lê çavê wan li hêviya aştiyêne li hêviya dîtina xort û zarwên xwenî penaberin aşê derdan pêrê dihêrin Belê tevlî êş û Jaran pêkenok li ser riwê wan dineqişîne do gel lava ji yezdan ko sala nû cilê sipî li xweke û awazên aştiyê azadiyê li hêviyê wan bin Di nêzîk bûna sala nû de bajarê Qamişlo her dem amedeye ji bo xemla xwe nexasim bzarên wê ko darên ser salê dixemilînin û wêneyên papa niwêl datînin û cilê wî li xwedikin û li hêviya mizgîniya azadiyêne .Di derbara hatina sala nûde me li bazar Qmişlo jineke kurd dî bi navê Siidiya ibrahîm û li ser pêşwaziyên ser salê ji mrere got;

Belê sersal bi xemla xwî nû bi ser mede tê wek em dibînin bazarên me li Qamişlo xemilandîne û em jî amede jêre dikin di gel omîd û hêviyan Ibrahîm di berdewamiya gotina xwede got berê bapîrê me digotin gelekî gunehe ko hûn şahiyê bi ser salê bikin em zarokbûn dilê me dihat şikenandin ji ber nezaniya wan ko ser sal roja zayina mesîhe ji ber vê yekê wan di ko guneha ma gelo mesîh jî ne pêximbrê xwediye Lê mixsbin em jî naxwazin ko dilê zarokê xwe bişkînin ji ber şahî li bajarê me vemirîne ji dest dirêjaya li nav me û ji koç beriyê lê her em dixwazin mûmê felata sala nû vêxînin û êş û derdan ji dilê xwe bavêjin Pişt ibramîm seknek me li cem keçeke kurd bi navê Reşa azad bersiva me da û got;

Ser sal û xemlandina bajarê me ew rengekî gelekî xweş û pêşwaziya malbata me jêre mezine ji ber em malbat tevlû xwehê min û zarokê xwe û birayê min û zarokên xwe tev li cem me dicivin û şahiyeke gelekî xweş bi civandina wan em derbasd dikin Belê bi van gotina azad ji mer tevlû kenê li ser riwê wê û gotina xwe di got Lê mixabin emê karibin ji dil kêf û xweşiyê bikin Wek em dizanin ko hîn gelek roj mane ji vê mehê re ko serê salê bê le bazarên Qamişlo ev zêdî meheke xemilandiye ji bo serê salê

Leave A Reply

Your email address will not be published.