المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞÊNÎK:ALMANIYA BI AWAYEKÎ AKTÎF BEŞDARÎ CÎBICÎKIRINA BIRYARA NAVDEWLETÎ YA 2254 YA DERBARÊ SÛRÎ DE DIBE.

0 104

Almanya bi awayekî aktîf beşdarî cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 ya derbarê Sûriyê de dibe

Şanderê Almanî bo Sûriyê tekez kir, ku welatê wî bi tundî li pişt biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî ya derbarê Sûriyê de radiweste û bi awayekî çalak di cîbicîkirina wê de beşdar dibe.

 

Şanderê Almaniyayê bo Sûriyê Stîvan Şênik di tiwîteke xwe de, ku li ser malpera “X” li ser hesabê xwe yê Tiwîterê belav kir, got: “Almanya bi tundî li pişt biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî radiweste, û ew biryar biryardar û pêwîst e ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde li Sûriyê.”

Herwiha Şênik got: “Em bi awayekî aktîf beşdarî xebatên navdewletî yên ji bo cîbicîkirina vê biryarê dibin, û em daxwaza çareseriyeke siyasî dikin ku parastina rûmet û mafên gelê Sûriyê misoger bike. Pabendbûna me nayê çewisandin.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.