المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo..YNK_Sê semînerek siyasî li darxist.

0 150

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya , roja çarşemê li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo semînerek siyasî li darxist.

Û hejmarek ji kesayetên nivîskar , rewşenbîr, rêxistinên jinan têde amadebûn.

Û herwiha ev semînar ji aliyê serokê Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriya M,Nimet Dauwd ve hate pêşkêş kirin.

Di vê semînarê de behsa qonaxên ku doza kurdî di salên kirîza Sûriyê de derbas bû kir, û erênî û neyînîyên wê, û derbarê helwestên hêzên navdewletî li hember kirîza Sûriyê û doza kurdî di vê qonaxê de, û asta bandora nakokiyên herêmî û navdewletî li ser rewşa Sûriyê û kurdî jî hate kirin.


Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.