المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊ SUWEYDAYÊ RÛXANDINA RÊJÎMA SÛRIYÊ PIŞTRAST DIKIN

0 114

Xelkê Suweyda Xwepêşander tekezî li ser daxwaza xwe ya rûxandina rêjîma Sûriyê dikin

Ji bo piştrastkirina helwêstên xwe yên daxwaza rûxandina rêjîma Sûriy û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, îro Înê (9.2.2024) bi sedan şêniyên bajarê Suweydayê li meydana Elkerema ya bajêr xwepêşandan kirin.

 

Xwepêşanderan ji bilî daxwaza kar bo pêkanîna veguhêzeke siyasî li welat li gor biryara Netewên Yekgirtî, daxwaz ji rêjîma Sûriyê dikin ku girtiyên sûrî serbest berde, îro Înê, xwepêşanderan diruşmeyên: “Gel dixwaze hilweşîna rejîmê.”

 

Zêdetirî 5 mehane xelkê Sûweydayê tevgera xwe ya aştiyane berdewam dikin, ku ji ber têkçûna rewşa jiyan û ewlehiyê dest pê kiriye, ji bo daxwaza rûxandina rêjîma Sûriyê û derketina Îranê ji welat wek dagîrker.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.