المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRÎ,SERDANA BARGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KIR..

0 156

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî kir ji bo pîrozkirina hilbijartinên vê dawiyê.

Di roja Duşemê 18.9.2023 an nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî

bi serokatiya Vanîs Mîranî û cîgirê wî birêz Elî Berazî kir û pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser hilbijartinên wê yên dawî kir.

 

Şande li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şandê pîrozbahî li nûneratiyê kir ji bo hilbijartinên vê dawiyê, hilbijartina serok û rêvebiriya nû, û piştre li ser dawîn pêşhatên siyasî û meydanî yên girêdayî dosya Sûriyê bigiştî û kurdî bitaybet rawestiyan.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.