المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE XORTÊN SERÊKANIYÊ SERDANA BARGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KIR..

0 169

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke (Xortên Serêkaniyê) kir.

Di roja Sêşemê 19.9.2023 an nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Xortên Serêkaniyê kir û pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser hilbijartinên wê yên dawî kir.

Şande li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şandê pîrozbahî li nûneratiyê kir ji bo hilbijartinên vê dawiyê, hilbijartina serok û rêvebiriya nû, û piştre li ser rewşa herêma Serêkaniyê û kêşeyên li pêş wan hatin gotûbêjkirin, herwiha bal hat kişandin ser rewşa gelê Serêkaniyê yê li bajarê Hewlêrê û hevahengiya li gel nûnertiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bi rayedarên pêwendîdar re.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.