المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo..li ser banga Encûmena Niştimanî rawestandineke aştiyane hate lidarxistin..

0 219

roja sêşemê 19ê Êlûna 2023an,Li ser banga Encumena Nîştîmanî ,li ber bargeha Netewên Yekgirtî seknandineke aştiyane hat lidarxistin , ji bo redkirina biryarên rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a ji bo bilindkirina nirxê sotemeniyê ku dibe sedema bilindkirina nirxê hemû kelûpelan û zirareke cidî li jiyana welatiyan dike..

Û herwiha ji bo binpêkirinên din û berdewamiya girtina endamên Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ..

Û di vê çalakiyê de hejmarek mezin ji milet û herwiha encûmena niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwanan amadebûn,

Û têde siloganên şermezarkirina biryara nerewa û daxwaza betalkirina vê biryarê Û Şermezarkirina girtina endamên ENK-S ê Bilind kirin…

Û gotina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê endamê desteya serokatiya ENK-S ê ,M,Silêman Oso ve hate xwendin..

Û gotina Rêxistina Asûrî ya Demokratîk ji aliyê M,Beşîr Sedê ve hate pêşkêşkirin..

Û di dawiyê de name nameyek ji aliyê Xanim ,Fesla Yûsif ji bo bergeha Netewên yekgirtî ve hate pêşkêşkirin ji bo şermezarkirina biryara bilindkirina nirxê mazotê ku ji bo welatiyan giring û pêwîste….

Ragihandina ENK-S ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.