المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO : YEKÎTIYA JINÊN KURDISTANA SÛRIYÊ SEMÎNAREK DIYALOGÊ LIDARXIST.

0 215

Nivîsgeha Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê bi helkefta roja cîhanî ya aştiyê bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe semînareke diyalogê lidarxist.

Herwiha Xanim Ariya Cuma li ser vê roja ku ji bo pêşxistina aşitî û têgihîştina di navbera netewe û gelan de ye,

ku her sal dikeve 21ê îlonê, axifî û banga rawestandina nakokî û tundiyê û belavkirina ramana baldirêjî û aştiyê ye,ji bo avakirina cîhanek aramtir û aştiyanetir ji bo nifşên pêşerojê.

Herwiha amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya piştevanîkirina hewlên ji bo bidawîanîna şer li welatê me kirin, şerekî ku bûye sedema êş û azarên mezin ji bo xelkê ji hemû aliyên nakok.

Herwiha tekez kirin ku ew hemû şêweyên tundûtûjiyê ye ku li ser axa Sûriyê tê kirin bi dawî bibin, herwiha daxwaz kirin ku hemû diyardeyên çekdarkirinê li welêt rawestin, û kar ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berfereh û dadmend ku hemû aliyan razî bike, ji ber ku Sûriyê hêjayî çêtirîn e. û ew heq dike ku di nav aştiyek mayînde de bijî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.