المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PARTIYA GEL YA KURDISTANÎ – SÛRIYÊ SERDANA BARGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KIR..

0 167

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Gel a Kurdistanî-Sûriyê kir ji bo pîrozkirina hilbijartinên vê dawiyê.

Îro Yekşemê 3.9.2023 an nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke partiya Gel a Kurdistanî-Sûriyê bi serokatiya birêz Sehîd Hemê û birêz Ridwan Umer kir û pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser hilbijartinên wê yên dawî kir.

 

Şande li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şandê pîrozbahî li nûneratiyê kir ji bo hilbijartinên vê dawiyê, hilbijartina serok û rêvebiriya nû, û piştre li ser dawîn pêşhatên siyasî û meydanî yên girêdayî dosya Sûriyê û kurdî kirin, û li ser giringtirîn mijarên ku eleqedarî penaberên li Herêma Kurdistanê hene rawestiyan û ji bo çareserkirina wan bi rayedarên pêwendîdar redikin şopandin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.