المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BERPIRSEKÎ AMERÎKÎ LI DÊRA ZORÊ BI “HES” Û SEROKÊN EŞÎRAN RE DICIVE.

0 167

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk, Eythan Goldirêtiş îro Yekşemê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Encûmena Sivîl a Dêra Zorê û serokên eşîrên Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyê re civiya.

 

Û rûpela balyozxaneya Amerîka li Sûriyê li ser malpera “X” (Twitera berê) twîtek belav kiriye û tê de hatiye ku aliyên kombûyî li ser çareserkirina nakokiyan û çareserkirina hemû daxwazên rûniştvanên Dêrezorê li hev kirine.

 

Wê her wiha got, “Li ser girîngiya bicihanîna daxwazên gel, hişyarkirina metirsiya destwerdana derve li Dêrezorê, ji mirin û birîndarbûna sivîlan û pêwîstiya rawestandina zêdebûna tundûtûjiyê di zûtirîn dem de li hev kirin.”

 

Di twîtê de herwiha tekezî li ser giringiya hevkariyên Amerîka bi hêzên “HSD” re û arastekirina wan bo şerê li dijî şaneyên DAIŞê hatiye kirin.

 

Pevçûn di destpêka hefteyê de li çend gundên gundewarên rojhilatê parêzgeha Dêrezorê qewimîn, piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ji kar derxistin.

 

Vê yekê hişt ku şervanên xwecihî yên ser bi rêberê xwe ve, ku berî hefteyekê hatibû girtin, dest bi êrîşan li dijî HSD`ê bikin, ku zû veguherî pevçûnan.

 

Piştî hefteyekê ji aloziyê, Hêzên Sûriya Demokratîk ji roja Şemiyê ve qedexeya çûnûhatinê li herêmê bo heyama 48 demjimêran ragihand.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.