المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 205

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê ,3.9.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist. 

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî de raporta ku ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin û tekezî li ser rêyên pêşxistin û pêşxistina Encûmena xwecihî pêk bîne hain gotûbêjkirin.

Rewşa siyasî civatê,geşepêdana bûyerên li herêmên Dêrezorê diqewimin û îstismarkirina hin aliyan kirin. dayîna rewşê arasteya pevçûneke etnîkî-mezhebî gotûbêjkirin.

 

Herwiha civatê tekezî li ser xurtkirina girêdanên hevgirtina niştimanî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de, û redkirina mezhebperestiya nefret hat kirin.

Herwiha civatê piştgiriya xwepêşandanên Siwêdayê yên dijî rêjîma Sûrî kirin.

 

Di derbarê vê yekê de, civatê li ser asta Sûriyê, kurdî û herêmî, encamê kirîza Sûriyê û pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi taybet biryara NY 2254 gotûbêj kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.