المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SERDANA ŞAXÊ 16 YA PARTIYA DEMOKRATÎ KURDISTANÎ KIR

0 64

Şandeke Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê bi nûneratiya: M.Newaf Reşîd û Isma’îl Reşîd, endamên komîta siyasî, endamên rêxistina Dara Şukran, Ehmed Eydo, Ebdulhadî Lewend û QanihZeydîn, serdana baregeha şaxê 16 kirin. ya Partî Dêmokratî Kurdistanî – Iraq.

Û ji aliyê Reşad Se’îd berpirsê rêxistina Dara Şukran û hejmarek ji endamên rêxistinê ve hatin pêşwazîkirin.

 

Bi helkefta bidawîhatina bi serkeftî xebatên çardehemîn konferansa Partiya Demokratî Kurdistanî, pîrozbahî li Partiya Demokratî Kurdistanî kirin.

 

Û ji aliyê xwe ve jî, berpirsê rêkxistina Dara Şukran Reşad Se’îd ev serdan bi awayekî bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku serkeftina konferansa Partî serkeftinek ji bo pirojeya netewî ya Kurdewarî ye û ew ji bo xizmetkirina gelê me yê Kurdistanî ye.

Ji aliyê yekî din ve, şanda Yekîtî rewşa gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bi giştî û pêşhatên dawî yên meydana Sûriyê gotûbêj kirin.

 

Herwiha şandeya Yekîtî serdana baregeha navçeya Dara Şukranê kir û bi boneya destbikarbûna bi erkê nû yê Serdar Serbest Sultan Se’îd û rola wî ya birûmet di xizmetkirina hemwelatiyên gelê me yên li kampa Dara Şukran de pîroz kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.