المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê BI BERPIRSÊ DOSYA SÛRIYÊ RE CIVIYA.

0 47

Şandeke nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi berpirsê dosya Sûriyê re, li Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya.

Di roja Duşemê 31.10.2022’an de, şandeke nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê, li Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, bi Dr. Hemîd Derbendî ,berpirsê dosyeya Sûriyê re civiya.

Herwiha şanda nûnertiyê ji birêzan: (Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê, Ciwan Şêxmûs, Naz Teter, Ebdulezîz Welîka) pêk hatibû.

Di hevdîtinê de,Şanda nûnertiyê li ser mijarên herî lezgîn ji bo Kurdên Sûriyê axivî, di nav wan de mijara guhertina bawernameyan.

Di derbarê wê de, Dr. Hemîd tekez kir ku ev pirs wê bi awayekî cidî piştî konferansê çareser bibe.

Her wiha li ser mijarên niştecihbûnê û pirsgirêkên mezin ên hejmareke zêde ya penaberên kurd ên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

 

Weke ku hat piştrastkirin ji aliyê Dr.Hemîd, ku dê di heyama pêş de ev mijar bên gotûbêjkirin û em ê ji bo wan çareseriyên guncaw pêş bixin.

 

Şandê li ser pirsgirêkên deriyê sînor û zehmetiyên li pêşiya rêwiyan rawestiyan.

 

We jî hat piştrastkirin ku di demek nêzîk de, planek heye ku were cîbicîkirin û piştî sererastkirina hin kêmasiyan di pergala Onlayinê de dê pergala Onlayinê ji hêla her du aliyan ve were bicîh kirin.

 

Herwiha şanda nûnertiyê behsa çendîn pirsgirêkên Kurdên Sûriyê di hemû waran de, kir.Û Dr.Hemîd, tekez li ser dîtina çareyên guncaw ji bo hemû pirsgirêkan kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.