المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 38

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Sêşemê 1.11.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Piştre serokê encûmena xwecihî birêz Umer Emo, behsa rewşa siyasî ya niha û rewşa xirab a aborî li herêmê û aloziya rewşa ewlehiyê û sedemên koçberiya berdewam ya nifşê ciwan û sedemên wê kir. ji Kurdistana Sûriyê ber bi welatên Ewropî ve, ku bandoreke nerênî li hebûna kurdî dike.

 

Herwiha di civînê de,çend mijar hatin gengeşekirin, ew jî:

-Yazdehemîn salvegera damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

-Serdana nûnerê Bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nîkolas Giranger

navenda ENKSê li bajarê Qamişlo û bi Serokatiya wê re civiya.

 

-Îrîşa çekdarên Tehrîr Şam (Cebhete Ensra) li ser herêma Efrînê / encamên wê yên talankirin, koçberkirin û kuştina sivîlan.

-Êrîşa Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve, li ser baregeha Neteweyên Yekbûyî û mala xanim Fesla Yûsif û mala birêz Mehmûd Ocê.

Paşê civîn li ser hevdîtina ku serokatiya ENKSê ya li gel nûnerê nû yê Amerîkayê bo Sûriyê hat gotûbêj kirin.

Di civînê de behsa salvegera biryara dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî ya şandina hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina Kobanê hat kirin û di civînê de biryara Partiya Demokrata Kurdistanê ya lidarxistina çardehemîn konferansa xwe di demeke nêzîk de pîroz kir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.