المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

0 50

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li ofîsa PYDKê,li bajarê Qamişlo, di roja Yekşemê 30.10.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.

Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.

Herwiha civatê pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de.Û tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê geşedanên navdewletî û herêmî û rêyên rewşa Sûriyê bi giştî,hatin gotûbêj kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.