المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê SERDANA NEXWEŞXANEYA ŞEFA ELAHLÎ KIR.

0 75

Şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd bi serokatiya berpirsê ofîsa nûneratiyê birêz Newaf Reşîd di roja Çarşemê 1.3.2023an de,serdana nexweşxaneya Şefa El-Ahlî kir û spasî û sipasiya rêveberê nexweşxaneyê Dr.Fewaz Ayo û karmendên bijîşkî û rêveberî kir.

Ji bo wergirtina nexweşên penaberên Sûrî yên li herêmê di beşa klînîkên hemû taybetmendiyan de ji heştê sibehê heta heştê êvarê ji bo hemû nexweşan bê pere ji bo rojekê, bi boneya 44emîn salvegera koça dawî ya rêberê nemir Mistefa. Barzanî û şanda pê re di vê roja dîrokî de ev destpêşxeriya mirovî bilind nirxand û hêviya serkeftinê û serkeftinên zêdetir di xizmeta gelê me de xwest.

Ji aliyê xwe ve Dr.Fewaz Ayo spasiya vê jesta nûneratiya ENKSê kir û ew li pîşeya xwe berdewamin û ji bo xizmetkirina gelê me bi taybetî penaberên Kurdistana Sûriyê .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.