Rêxistina Duhokê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, roja înê 3ê Adara 2023an, serdanda mezara nemiran ” Mela Mustefa û Îdrîs Barzanî li devera Barzan kirin…
Û ev yek bi amadebûna endamê ofîsa siyasî M,Mihemed Elî Ibrahîm û berpirsê Rêxistina Duhokê ve pêk hat..
Û herwiha ev şanda PDK-Sê ji aliyê Birêz Şêx Xelat Barzanî nûnerê serok Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin û fatîha li ser giyanê hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax xwendin…
Û herwiha M,Mihemed Elî Ibrahîm li ser mezarê nemiran gotinek pêşkêşkir û têde ser kar û xebata Barzaniyê nemir,û berdemî ser û dibistana Barzaniyê nemir..
Û herwiha ku di dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de ,lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye
bi rêberiya kesayetên welatparêz û niştîmanperwer ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka miletê kurd de nexişandine ..
Bavê Netewa miletê kurd Mela Mustefa Barzanî û Îdrîsê herdem sax wê di dilê kurdan de zindî bimînin…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî