Home / Uncategorized / XWECIHIYA ŞEHÎD NISREDÎN BIRHIK BARZANÎ BI BÎR ANÎ BI HELKEFTA BÎRANÎNA 44YEMÎN SER KOÇA DAWÎ…

XWECIHIYA ŞEHÎD NISREDÎN BIRHIK BARZANÎ BI BÎR ANÎ BI HELKEFTA BÎRANÎNA 44YEMÎN SER KOÇA DAWÎ…

Encûmena xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik ya bi ser ENKSê ve, roja çarşemê“1” Adara “2023”an, salvegera “44” yemîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî vejand .

 

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna serkirde û nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîlan .

 

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û piştre gotina Encûmena Niştîmanî kurdî li sûriya ji aliyê M,Mihemed Şerîf Birhik ”ve serokê xwecihiyê ve hate xwendin û têde li ser dîrok û xebata Barzaniyê nemir anî ziman û axifî .

 

Û herwiha gotina Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,(Salih Cemîl) ve enamê komîteya navendî ya PDK-Sê hate pêşkêş kirin û têde xebata bavê netewa miletê kurd nemir Mela Mistefa Barzanî anî ziman . .

 

Û herwisa hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin.

 

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin di sala 1993an .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.