المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERATIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ LI KAMPA DAR ŞUKRAN BI NÛNERÊN PARTIYÊN ENKSê RE CIVIYA.

0 83

Di roja pêncşemê 23.3.2023’an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li kampa Der Şukran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, bi nûnerên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê re civiya.

Şanda nûneratiyê ji van birêzan pêk hatibû: (Dr. Kawa Azîzî – Şems Şerîf – Raman Mele)

Di hevdîtinê de, şanda nûneratiyê behsa pêşhatên dawî yên siyasî li ser meydana Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî û geşedanên dawî yên li navçeyê kir.

 

Herwiha Şanda nûneratiyê guh da pirsgirêkên penaberan û pêşniyarên nûnerên partiyan ên li kampê ji bo çareserkirina wan bi rayedarên şareza re.

 

Herwiha di civînê de, roja yekşemê 26-3-2023`an kat11ê sibê li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê, ji bo şermezarkirina tawanên hovane ji aliyê endamên artêşa Rojhilatî, çalakiya nobedê ya dilsoziya bi şehîdên Cendirêsê re li Cendirêsê êvara Newrozê hate gotûbêjkirin. l

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.