المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

0 86

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,li gundê Dugira yê bi ser bajarê Amûdê ve hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê birêz Idrîs Hac Tahir ve û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir û pakrewanên şeva Newrozê yên Cendirêsê û qurbaniyên erdhejê yên herêmên Kurdî bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamoste Ilyas Hemo serokê xwecihiyê ve, hat xwendin.

Pîştre helbest û sitran û dîlan ji aliyê koma (Serxwebûn,Xunav û Sîwan) ve hatin pêşkêş kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.