المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO: LI SER VEXWENDINA ENKSê XWEPÊŞANDANA PIŞTEVANIYA GELÊ EFRÎNÊ LI DIJÎ KOMÊN TEROR PÊK ANÎN.

0 138

Li ser vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di roja Şemiyê 25.3.2023’an de,katijmêr 12ê nîvro bi sedan ji gelê Kurd li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo, bi armanca piştevaniya bi serhildana gelên Efrînê, xwepêşandanek,li dijî komên çekdar yên teror

ji bo şermezarkirina tawanên ku di encamê de 4 şehîdên yek malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên Kurdî,serkirdên ENKSê,şandên xwecihiyên bi ser ENKSê ve,rêxistinên jinan û ciwanan.Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe,nûnerên civaka sivîl û cemawerekî mezin ji gelê Kurd……weha.

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku Artêşa Rojhilat bikeve lîsteya terorîstan, hemû aliyên çekdar ji bajarê Efrînê, gund û derdora wê derkevin û herêmê radestî şêniyên wê yên resen bikin. Û daxwaza parastina navdewletî ji bo misogerkirina vegera awareyan bo deverên xwe û dadgehkirina dadperwerane ya tawankaran.

Herwiha bi beşdarbûna hemû aliyên ragihandinê yên cûda.

Her wiha Çalakî bi xulekek bêdengî li ser giyanên pakrewanên kurd û Kurdistanê û Barzaniyê nemir û giyanê pakrewanên Cendirêsê bi sirûda netewî ya Kurdî (Ey Reqîb) dest pê kir.

Herwiha Xanim Fesla Yûsif, endama desteya Serokatiya ENKSê, gotina Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêşkêş kir, û hevxemiya Encûmenê û gelê Kurd li Sûriyê bi têkoşîna gelê Efrînê û bi taybet malbata pakrewanên Cendirêsa birîndar li dijî neheqiyê û stemkarî ,diyar kir. û bidestanîna mafên wan yên netewî.

Herwiha xanim Fesla,di axaftina xwe de behsa tawanên hovane yên li dijî gelê Efrînê kir û tekez kir ku ti cudahî di navbera Qamişlo û Efrînê de nîne ku hemû bajarên kurdan in û bang li civaka navdewletî kir ku Efrîn û Cindirêsê biparêzin û gelê wê vegerînin. li herêm û gundên wan.

Herwiha hin helbest jî hatin pêşkêş kirin.

Herwiha mamoste Silêman Oso jî di dawiya çalakiyê de,spasiya hemû aliyên beşdar kir li ser beşdarbûna wan.Û Oso di axaftina xwe de,tekez kir ku em dê berdewam bin li ser van çalakiyan ji bo piştevaniya gelê me yê Efrînê.Û tawana hovane ya komên çekdar li dijî şêniyên Cindirêsê şermezar kir û daxwaza hesabpirsîna ji wan kir.

Di dawiya çalakiyê de,Şandeke ji ENKSê, yadaştnameyek pêşkêşî ofîsa Netewên Yekgirtî kir û tê de ev daxwaz ji Netewên Yekgirtî kirin.

1_ Derxistina hemû komên çekdar ji bajar, bajarok û navçeyên niştecihbûyî û nehiştina destêwerdana wan di jiyana xelkê de.

2_ Şermezarkirina vê tawanê û tawanên ku bandorê li ser gelê Kurd li Efrînê û erdnîgariya wê dike, û guhertina demografî ya ku rûbirûyê wê dibin, bi armanca armanckirina hebûna resen a Kurdî di wê de û vegerandina maf û milkên dizî ji xwediyên wan re.

3_ Radestkirina tawankaran û serkirdeyên fraksiyonên wan bo dadgeha tawanên navdewletî û bi terorîst dîtina wan aliyan.

4_ Damezrandina rêveberiyeke sivîl bo herêmê ji nişteciyên wê yên resen û bi parastina Netewên Yekgirtî û dabînkirina pêdawîstî û şiyanan ji bo vegera bi ewle ya awareyan.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li hêviya piştevaniya we ye ji bo bidest xistina van daxwazan, ji ber ku dibîne ku ev yek dê êş û azarên xelkê deverê ji karesata erdhejan û tawanên ku rastî wan hatine sivik bike, û hêviya vegerandina ji bo çi ji bo azadî û rûmetê ya ku serî hildan .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.