المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE JI XWECIHIYA TAXA ROJAVA YA QAMIŞLO SERDANA OFÎSA YEKÎTIYA JINÊN KURDISTANA SÛRIYÊ KIR.

0 102

Di çarçoveya rêze serdanên Encûmena Xwecihî ya Taxa Rojava ya Qamişlo de ya bi ser ENKSê ve, bo ofîsên partiyan û rêxistinên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

Di roja çarşemê 17.8.2022an de, şandeke xwecihiyê serdana ofîsa Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê kir û ji aliyê xanim Ariya Cumha û endamên rêveberiya yekîtiyê ve hatin pêşwazîkirin.

 

Herwiha gotûbêja di navbera her du aliyan de, li ser mîkanîzma pêşxistina encûmenê, û dîtina çareyan ji wan kêşeyên ku rê li ber pêşketina encumenê digirin û sînordarkirina wan bû.

Herwiha xanim Ariya Cumha tekezî li ser pêwîstî û giringiya jinan di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de kir.

Herwiha ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena Xwecihî birêz Celal Umer ji malpera me re axivî û got:

“Bê guman eger hûn dixwazin civakê pêş bixin, pêwîstî bi çend faktoran heye, ku ya herî girîng jî tevlîbûna jinan di hemû qadên jiyanê de, ligel mêran û beşdarbûna jinan di jiyana siyasî, tevgerên civaka sivîl de ye. û biryargirtin ya herî girîng e”.

Herwiha Umer got:”Em di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, baweriya me bi wekheviya jin û mêr û rêzgirtina mafên mirovan heye, em piştevaniya tevgerên femînîst û beşdarbûna jinan di jiyana siyasî û tevgerên civaka sivîl de bûn û hîn jî, jinên Kurd di hemû qadên têkoşînê de hêjayiya xwe îsbat kirine û gelek postên serokatiyê girtiye.

Û em li ber deriyê konfransa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ne û hêvî heye ku jin bi awayekî berfirehtir beşdarî bi destxistina mafên xwe yên tam û dadmend bibin.”

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.