المجلس الوطني الكوردي في سوريا

6 SAL LI SER KOÇA DAWÎ YA TÊKOŞER ISMA’ÎL HEMÊ RE DERBAS DIBE.

0 45

Isma’îl Reşad Hemê, “Bavê Dêrsim”, di sala 1964an de li gundê Til Dîkê li gundewarê Dirbêsiyê, li Kurdistana Sûriyê, hatiye dinê, zewicî bû û bavê çar zarokan  bû .

 

Di destpêka xortaniya xwe de, tevlî Partiya Çep a Kurd bibû û piştre di sala 1982an de, beşdarî Konferansa Partiya Karkerên Kurdî bibû.

Ji ber xebata xwe ya siyasî, ji Peymangeha Tenduristiyê ya li paytext Şamê hate dûrxistin, ji bo ku xwendina xwe ya zanîngehê li Fakulteya Hunerê, Beşa Zimanê Îngilîzî, li zanîngeha Helebê bidomîne, li wir hevjîna xwe ya jiyanê nas kir. Xanim Sûlala Osman ku wê demê xwendekara Fakulteya Bijîşkiya Mirovî bû.

 

Têkoşer“Isma’îl Hemê” di 20.3.1986’an de beşdarî xwepêşandana Newrozê li ber Koşka Komarî bû, ku rejîma Sûriyê neçar kir, piştî şehîdbûna “Silêman Adê” roja Newrozê bi navê roja dayîkan weke cejna fermî bihesibîne. .

 

Têkoşer “Isma’îl Hemê” di sala 1993’an de weke endamê desteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokrat “Yekîtî” hate hilbijartin.

Têkoşer Isma’îl Hemê, Navbirî di sala 2000an de Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê damezrêner û wek endamê komîteya siyasî ya partiyê hat hilbijartin.

Û Piştî kongreya şeşan a Partiya Yekîtî di sala 2009ê de, ew nemir di destpêka sala 2010ê de ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd ve wek Sekreterê Partiya Yekîtî hat hilbijartin.

 

Têkoşer “Isma’îl Hemê” di kongireya heftemîn ya Partiya Yekîtî de, ku li bajarê Amûdê li bihara sala 2013’an hat lidarxistin, wek endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî hat hilbijartin û heta koça dawî ya xwe wek endamê komîteya siyasî ma.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re,Têkoşer beşdarî xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûriyê bû, ji bilî nûnerê Partiya Yekîtî ya Kurdî di avakirina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di 26/10/2011 de’di Gulana 2012an de, wek Serokê Encûmena Niştimanî hate hilbijartin.

 

Herwiha têkoşer “Isma’îl Hemê” beşdarî di civînên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ya Partiya Yekîtiya Demokrat bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, ku bi rêkeftina Hewlêrê “1” bi dawî hat.Û di 7-12-2012an de, avakirina Desteya Bilind a Kurdî û roleke wî mezin di wê rêkeftinê de hebû, ew jî wek endamê desteyê hat hilbijartin, piştre jî têkoşer di sala 2015an de ji bo lêvegera siyasî ya kurdî hat hilbijartin.

 

Têkoşer “Isma’îl Hemê” di hemû qonaxên ku partî tê re derbas bû di rojnameya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd de gotarên siyasî û analîtîk dinivîsand.

 

Têkoşer “Isma’îl Hemê”di şeva Çarşemê 17ê Tebaxa 2016an de, bi sedema kirîza dil li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê koça dawî kir.

Herwiha Cenazeyê têkoşer ji Mizgefta Elfarûq a bajarê Qamişlo ber bi bajarê wî li gundê Til Dîk ve hate veşartin.

Di roja Pêncşemî 18ê Tebaxa 2016an, bi amadebûneke berfireh ji girseya Kurd û bizava wî ya niştimanî, bi axê hat spartin û bi dehan cihên sersaxiyê ji bo rêzgirtin ji rehmetî li Kurdistana Sûriyê, Kurdistana Iraqê, Kurdistana Tirkiyê û li welatên Ewropayê hatin lidarxistin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.