المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PARTIYA GEL YA KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 6YEMÎN YA KOÇA DAWÎ YA MAMOSTE ISMA’ÎL HEMÊ VEJAND..

0 50

Partiya Gel ya Kurdistanî – Sûriya di roja pêncşemê 18-8-2022an de, li gundê Til dîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera 6emîn koça dawî ya skretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê nemir Isma’îl Hemê vejand.

Di vejandinê de, hemû beşdaran berên xwe dan gora nemir Isma’îl Hemê û ew bi gurzên gula ew gor xemilandin,û wêneyê Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

Herwiha vejandinê bi xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û li ser giyanê Isma’îl Hemê destpêkir û piştre bi xêr hatina  hemû beşdaran  hate kirin .

Herwiha M.Ebdisemed Xelef Biro sekretêrê Partiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser vejandina salvegera 6emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’l Hemê.

Û gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Isma’îl Hemê axivî.

Biro, di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî  û di dawî de,wefedarî da xuyakirin li ser berdewamiya rêbaza kar û xebata kurdiyetê ya têkoşer Isma’l Hemê û spasiya hemû beşdaran kir.

Herwiha gotina malbata têkoşer ji aliyê M.Salih Hemê ve,hat xwendin û Hemê di gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir li ser hazirbûna wan ji bo vejandina salvegera 6 emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’îl Hemê û sersaxî ji hemû dost û hevalên têkoşer Isma’îl Hemê re xwest.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.