المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE HEVRÊZIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA TÇKSê SERDANA OFÎSA PYKSê YA DOMÎZ KIRIN.

0 54

Di roja pêncşemê 27.10.2022’an de,Şandeke Hevrêziya Herêma Kurdistanê ya Tevgera Çaksazî Kurdî – Sûriya bi serokatiya endamê hevrêziya giştî û nûnerê tevgerê di nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê M.Wa’il Umer û berpirsê rêxistinê li Dihokê birêz Şiyar Xelo serdana ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li Domîz kirin.

Her wiha şande ji aliyê birêz Ekrem Reşîd endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina Duhokê a partiya PYKSê û hejmarek ji endamên partiyê ve, hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriyê û navçeyê û Kurdistana Sûriyê û herwiha helwesteke dirêj li ser rewşa penaberên kurd li Herêmê bi taybetî di warê xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û civakî de hat gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste hewl û şopandina zêdetir li gel berpirsên pêwendîdar di hikûmeta herêmê de bê kirin ji bo derbaskirina kêşeyên ku li ber penaberên gelê me yê Kurd di kampan de ne.

Di dawî de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera her du aliyan de û herwiha di navbera hemû partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ji bo pêşdebirina wê û bihêzkirina rola wê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û pirsgirêkên wê yên niştimanî û netewî kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.