المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA DAXUYANIYA “FÊSEL YÛSIF” DI DERBARÊ SALVEGERA 11EMÎN YA DAMEZIRANDINA ENKSê DE

0 55

Di derbarê yazdehemîn salvegera damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, hevrêzê giştî yê Tevgera Çaksazî Kurdî -Sûriya û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, Fêsel Yûsif,di daxuyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya taybet li ser Fêyisbokê belav kir û got:

“Yazdehemîn salvegera damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, navendeke girîng ji bo pêdaçûn û sererastkirina xeletiyan û karkirina ji bo temamkirina yekrêziya helwesta kurdî”.

 

Her wiha Yûsif got:

 

ENKSê,weke dergehê serekî ji bo bidestxistina hevbendiya gelê Kurd li Sûriyê û bihêzkirina eniya hêzên demoqratîk ên opozisyonê, ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk ku daxwazên gelê Sûriyê bi hemû netewên wê re”.

Her wiha M.Fêsel Yûsif axaftina xwe berdewam kir û got:

“Encumena Niştîmanî ya Kurdî pêwîstiyeke Kurdî û niştimanî bû, û niha jî heye, ji bo derbasbûna Sûriya paşerojê, û divê di formên bilindtir de were pêşxistin, ji bo rûbirûbûna hemû kêşeyan, derbaskirina astengan û bi lez û bez ber bi armancê ve biçe”.

 

Hêjaye gotinê ku ENKSê di 26.10.2011’an de,ji partiyên kurdî û rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe û rêxistinên jinan û ciwanan hatiye damezirandin.Û hilgirê piroja netewî ya Kurdî ye li Kurdistana Sûrî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.