المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE

0 50

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Îniyê 28.10.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê rawestiyan.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.Û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de, dawî pêşhatên siyasî di warê navdewletî,herêmî û navxweyî de hatin gotûbêjkirin, nemaze pabendbûna Encûmena Niştimanî bi çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re li gor biryara navdewletî 2254.

Herwiha di civînê de,çend mijar hatin gengeşekirin, ew jî:
-Yazdehemîn salvegera damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.
-Serdana nûnerê Bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nîkolas Giranger
navenda ENKSê li bajarê Qamişlo û bi Serokatiya wê re civiya.

-Îrîşa çekdarên Tehrîr Şam (Cebhete Enesra) li ser herêma Efrînê / encamên wê yên talankirin, koçberkirin û kuştina sivîlan.

-Êrîşa Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve, li ser baregeha Neteweyên Yekbûyî û mala xanim Fesla Yûsif û mala birêz Mehmûd Ocê.
-Sêyemîn salvegera êrîşkirina dewleta Tirk li ser Serê kaniyê û Girê Spî.

Di dawiya civînê de,civatê spasiya Serok Mesûd Barzanî jî kirin ku berî 8 salan biryara dîrokî ya şandina pêşmergeyên qehreman bo bajarê Kobanî û azadkirina bajarê Kobanî ji destê DAIŞê kir.

Her wiha di civînê de biryara serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Iraqê ku roja sêyem a Mijdarê li bajarê Dihokê ya çardehemîn konferansa xwe birêve biçe, pîroz kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.