المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE HEVDÎTINA NIŞTIMANIYA DÎMOQRAT SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

0 77

Şandeke Hevdîtina Niştimaniya Dîmoqrat serdana nûnertiya herêma Kurdistanê ya ENKSê li baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

Herwiha şanda mêvan ji birêzan Mîdas Azîzî û Ibrahîm Şiwêş pêk dihat.

Herwiha şande ji aliyê endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Herwiha di vê serdanê de, behsa rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî hat kirin û şanda mêvan pêwîstiya lihevkirinê û rêkeftina kurdî-kurdî ji bo çareserkirina berjewendiyên neteweyî dît.

Herwiha her du alî li ser metirsiya koçberiya girseyî ya Kurdan bo derve û hatina hatinên ji derveyê herêmê, ku guhertineke demografî ya metirsîdar e,rawestiyan.

Di encamnameyê de,her du aliyan li ser sererastkirina rewşê û xebata ji bo rêkxistina mala kurdî û handana xelkê bo koçber nekirina û handana kesên ku dixwazin vegerin ser hembêza welatê xwe li hev kirin.

 


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.