Home / Uncategorized / ŞANDEK JI SEROKÊN XWECIHIYÊN BI SER ENKSê VE SERDANA BARGEHA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA KIRIN.

ŞANDEK JI SEROKÊN XWECIHIYÊN BI SER ENKSê VE SERDANA BARGEHA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA KIRIN.

Bi helkefta bi dawî kirina xebatên Kongirê Çaremîn yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi serkeftî bi dawî bibû.

 

Di roja Şemiyê 4.2.2023,an de şandeke ji serokên xwecihiyên bi ser ENKSê ve,(Til Temir,Ebû Rasên û Amûdê) serdana bargeha Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya li bajarê Qamişlo kirin û Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûriya Pîrozbahî kirin.

 

Herwiha şanda mêvan ji aliyê Hevrêzê giştî yê Tevgerê M.Fêsel Yûsif û endamên ofîsa cîbicîkar yên Tevgerê hatin pêşwazîkirin.

 

Herwiha di vê serdanê de,mijarnî giring hatin gengeşekirin,di derbarê rewşa kirîza Sûrî de bi giştî û bi taybet a Kurdî.Û qonaxa ku herêm têde derbas dibe.

 

Wek tê zanîn ku di roja Îniyê 27.1.2023’an de,xebatên Kongirê Çaremîn yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi serkeftî bi dawî bibû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.