المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GELEK ŞANDE Û KESAYETIYÊN NIŞTIMANÎ SERDANA HEVALÊN TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA LI BAJARÊ DÊRIKÊ KIRIN.

0 60

Bi helkefta bi dawî kirina xebatên Kongirê Çaremîn yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi serkeftî bi dawî bibû.

 

Gelek şande, kesayetiyên niştimanî û civakî û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Xwecihî li Dêrikê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî serdana hevalên Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê li bajarê Dêrikê kirin, ji bo pêşkêşkirina pîrozbahiyên xwe bi helkefta kongireya tevgerê ya çaremîn.

 

– Şanda encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dêrikê.

– Nûnerê Partiya Îradeya Gel li Dêrikê Meşhûc Xidir, Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Rêkeftina Demokrat a Sûriyê Îsma’îl Umer û endamê desteya rêveberiya Partiya Azadî ya Kurdistanî – Azd, Ebdî Remezan.

 

Di nava kesayetiyên civakî û neteweyî de, mamoste Hacî Osman, endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û mamoste Ebdulah Mela Isma,îl û kesayetê civakî û netewî Dr.Nizhan Mistefa Paşa.

 

Şandeke Partiya Komunîst a Sûriyê ya Yekbûn bi serokatiya Dr.Remedan Xidir, endamê Komîteya Navendî ya Partiyê .

 

Herwiha hemû mêvan ji aliyê mamoste Welîd Ferman,endamê ofîsa cîbicîkar û hevalên Tevgerê yên bajarê Dêrikê ve, dihatin pêşwazîkirin.

 

Wek tê zanîn ku di roja Îniyê 27.1.2023’an de,xebatên Kongirê Çaremîn yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi serkeftî bi dawî bibû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.