المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE ENCÛMENA ÊZÎDÎ YA SÛRIYÊ SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

0 64

Di roja pêncşemê 24.11.2022’an de, şandeke Encûmena Êzîdî ya Sûriyê bi serokatiya mamosta Mizgîn Yûsif seroka encûmenê û birêz Serhan Îsa berdevkê fermî yê encûmenê serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Piştî pêşwazî û bixêrhatina şandê ji aliyê berpirs û endamên nûneratiyê ve,mamosta Mizgîn bal kişand ser rastiya niha ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û pêwîstiya pêşxistina mekanîzmayên xebatê.

 

Ji bo ku ew li gorî hewcedariyên qonaxê, hesasiyeta wê û pêwîstiya vekirina cîh ji kesên pispor re, ku di van şert û mercên krîtîk û çarenûsî de ji Encûmenê re bibin piştgir û alîkar.

 

Bi taybetî ev encûmen sîwaneke siyasî ya rewa ye ku karî di demeke kin de doza gelê Kurd li Sûriyê bi awayekî şaristanî û aştiyane bigihîne hemû aliyên navdewletî û herêmî.

Her wiha bal kişand ser rewşên dijwar û aloz ên ku kongireya çarem a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê tê de hate lidarxistin û her wiha giringiya nûneratiya pêkhateya Êzdî di vê sîwana siyasî de, weke beşeke pêkve ya gelê Kurd nîşan da.

Ji aliyê xwe ve berpirsê nûneratiyê Dr. Kawa Azîzî bixêrhatina şanda mîhvan kir, û tekezî li ser parastin û pêşxistina encûmenê kir ku li mafên hemû netew, pêkhate û mezhebên Sûriyê digere.

Di dawiyê de hat tekez kirin li ser pêwîstiya hevdîtin di demên pêş de jî berdewam bikin.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.